Dêrazor; Maleke komî ya DAIŞê ji aliyê HSDê va hat rûxandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i320286-dêrazor_maleke_komî_ya_daiŞê_ji_aliyê_hsdê_va_hat_rûxandin
Hêzên dijeteror ên ser bi Hêzên Sûriya Dêmokratîk (HSD) di operasiyonekê li navçeya Dêrazorê maleke tîmî ya DAIŞê ji nav bir û du çeteyên vê koma têrorîst girtin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 10, 2020 17:54 Asia/Tehran
  • Dêrazor; Maleke komî ya DAIŞê ji aliyê HSDê va hat rûxandin

Hêzên dijeteror ên ser bi Hêzên Sûriya Dêmokratîk (HSD) di operasiyonekê li navçeya Dêrazorê maleke tîmî ya DAIŞê ji nav bir û du çeteyên vê koma têrorîst girtin.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Operasaiyona Hêzên Sûriya Dêmokratîk (HSD) li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞê didome  û di vî warî da Hêzên dijeteror ên ser bi Hêzên Sûriya Dêmokratîk (HSD) di operasiyonekê da girtin ser maleke komî ya çeteyên DAIŞ û du çete bi navên Xenam Hemdî û Mehmûd Hemdî girtin.

Li gorî Hawar Newsê, Di daxuyaniya HSDê da hatiye: Di cihê xweveşartina van du çeteyên DAIŞî da çekekek automatîk a Ak-47, çar heb fişendank, çekekek kemberî, çar telefonê destan û hin belge hatine bidestxistin.