Fermandarê Artêşa Azad a Sûriyê şandina hêzan bo Komara Azerbaycanê piştrast kir
Îlon 30, 2020 09:29 Asia/Tehran
Fermandarekî koma bi navê Artêşa Azad a Sûriyê ya ser bi Tirkiyê, şandina hêzan bo Komara Azerbaycanê piştrast kir.
Li gorî rapora Kurd Pressê, Hacî Ubeyd ji fermandarên koma bi navê "Artêşa Azad a Sûriyê" di gotûbêja bi Rûdawê ra got: "Hêzên ser bi Artêşa Azad a Sûriyê jibo beşdariya li şêrr, bo Komara Azerbaycanê hatine şandin."