Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 51 kesên din bi vîrusa koronayê ketin
Îlon 29, 2020 13:49 Asia/Tehran
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 51 kesên din bi vîrûsa koronayê ketin û bi vî rengî hejmara giştî ya nexweşan bû yek hezar û 497 kesan.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa diyar kir ku 51 kesên din li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi vîrusa Koronayê ketine.
Ciwan Mistefa da zanîn ku ji kesên bi vîrusa Koronayê ketibûn 15 kes baş bûn.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmara giştî ya kesên bi vîrusa Koronayê ketine gihaşt hezar û 497 kesan, ji wan 62 kes jiyana xwe ji dest dan û 417 kes jî baş bûn.