Îlon 24, 2020 08:51 Asia/Tehran
  • Li Efrîna dagirkirî sûcên komên ser bi Tirkiyê berdewam in

Li gorî çavkaniyekî ji Herêma Efrînê, komên çete yên girêdayî bi Artêşa Tirkiyê jinek ji bajarê Efrînê revand. Her wiha şêniyên Xûta yên ku li Efrînê dimînin li jinekê li navçeya Cindirêsê da.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), "Li gorî çavkaniyan çeteyên "Cebhe Şamiye" hevsera welatiyê bi navê Xelîl Ettar Zêneb ji taxa Eşrefiye ya bajarê Efrînê revand û 2 hezar û 500 dolar ji mala wî dizîn.

Li navçeya Cindirêsê jî koçberên Xûta li şêniya bi navê Gulistan Îbiş xist, ji ber ku ji mala xwe ya li navçeyê derneket."

Hawar Newsê her wiha ragihand: "Heman çavkanî piştrast kir ku istixbarata dewleta Tirkiyê piştî êrişa li dijî nuqteya dewleta Tirkiyê ya li Xezewiyê û teqîna li navenda Efrînê di 14`ê Îlonê de, gelek serçeteyên koman di nav de serçeteyê koma El-Hemzat bi navê Abdullah Helewe girtin û şandin Tirkiyê da ku di lêpirsînê re derbas bike.

Komên çeteyên El-Hemzat ên ku bi awayekî yekser bi fermana istixbarata dewleta Tirkiyê tev digerin, gundên Xezewiyê, Basûta, Kurzêlê û gelek gundên navçeya Şêrawayê kontrol dikin."

 

 

Serepeyv