Jinên Helebê li dijî "sûcên tecawizê yên dewleta Tirkiyê" xwepêşandan li dar xistin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i318877-jinên_helebê_li_dijî_sûcên_tecawizê_yên_dewleta_tirkiyê_xwepêşandan_li_dar_xistin
Bi sedan endamên rêxistina bi navê "Kongreya Star" a Helebê li dijî "sûcê tecawizkirina keçeke ciwan a ji Êlihê (Batman)" daketin qadan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 22, 2020 08:25 Asia/Tehran
  • Jinên Helebê li dijî

Bi sedan endamên rêxistina bi navê "Kongreya Star" a Helebê li dijî "sûcê tecawizkirina keçeke ciwan a ji Êlihê (Batman)" daketin qadan.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), Efserekî artêşa Tirkiyê bi navê "Musa Orhan" li Êlihê (Batman) tecawizî keçeke kiribû û piştî çend rojan keça ciwan jiyana xwe ji dest dabû.

Hawar Newsê nivîsiye: "Îro endamên 'Kongreya Star' a taxa Şêxmeqsûdê li pêş navenda kongreyê ya li rojavayê taxê kom bûn û deqeyek rêz li ser rihê qurbaniya sûcê tecawizê girt.

Ji bo şermezarkirina bûyera sûcê tecawizê, endamên Kongreya Star wêneyên 'Recep Tayyîp Erdogan', wezîrê karên hundir 'Suleyman Soylu' û wêneyên efserê bi navê 'Musa Orhan' şewitandin.

Di demekê de ku li Tirkiyê sûcên li dijî jinan zêde dibin, AKP’ê vekişîna ji "Peymana Stenbolê" ya li dijî tundiya li ser jinan, lêkolîn dike."