Tebax 21, 2020 19:25 Asia/Tehran
  • Efrîn - Çeteyên Tirkiyê pîrejina kurd kuştin, kur û bûkên wê jî revandin

 Li bajarê Efrînê yê ku bakurê rojavayê Sûriyê artêşa Tirkiyê û terorîstan ew dagîr kiriye, sê jinên kurd ji aliyê çeteyên Tirkiyê ve hatin revandin.

Saziya mafên mirovan li Efrînê ragihandiye, çeteyên Tirkiyê li gundê Hêkiçê yê bajarokê Şiyê yê Efrînê sê jin revandin.

Li gorî agahiyan, ew her sê jinên ku hatine revandin, bûkên wê pîrejina 80 salî ya kurd ya bi navê Fatme Kinê ne ku roja 18 Nîsana îsal bi awayekî hovane ji aliyê çekdarên Tirkiyê ve hatibû kuştin.

Çend roj berê jî sê kurên wê pîrejina kurd ji aliyê çekdarên Tirkiyê ve hatibûn revandin û heta niha jî nayê zanîn li ku ne.

Tê gotin ku çeteyan, ji bo ku dosyeya kuştina wê pîrejinê were girtin, kur û bûkên wê revandine. Ev karên li dijî mirovan gişt li ber çavên artêşa Tirkiyê tên kirin.

Serepeyv