Sûriye: Em rêkeftina HSD û kompanyaya Amerîkî red dikin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i318279-sûriye_em_rêkeftina_hsd_û_kompanyaya_amerîkî_red_dikin
 Wezreta Derve ya Sûriyê di daxuyaniyekê de rêkeftina Rêveberiya Xweser ya bakurê Sûriyê û kompanyaya Amerîkî şermezar kir û got, “Ev rêkeftin bê binema û ne rewa ye.”
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 03, 2020 05:46 Asia/Tehran
  • Sûriye: Em rêkeftina HSD û kompanyaya Amerîkî red dikin

 Wezreta Derve ya Sûriyê di daxuyaniyekê de rêkeftina Rêveberiya Xweser ya bakurê Sûriyê û kompanyaya Amerîkî şermezar kir û got, “Ev rêkeftin bê binema û ne rewa ye.”

Wezreta Derve ya Sûriyê derbarê rêkeftina Rêveberiya Xweser û Kompanyaya Delta Kirîsent Energy ya Amerîkî di daxuyaniya xwe de ragihand:  “Sûriyê bi tundtirîn şêwe rêkeftina di navbera HSD û kompanyayeke Amerîkî de red dike.”

Wezreta Derve ya Sûriyê wê rêkeftinê wek “diziyeke aşkere” binav dike û dibêje, ev “dijminkariyeke li dijî serweriya Sûriyê.”

Wezareta Derve ya Sûriyê diyar dike, “Ev rêkeftina ji bo diziya petrola Sûriyê bi serpereştî û piştevaniya Rêveberiya Amerîkî hatiye kirin.”

Wezreta Derve ya Sûriyê herwiha gotiye, “Ev rêkeftin bê binema û ne rewa ye.”

Rêveberiya Xweser ligel Kompaniyaya Delta Kirîsent Energy ya Amerîkayê di warê petrolê de rêkeftinek îmze kiriye û ew gav jî bi agahdarî û piştîvaniya Washingtonê bûye,  li gor vê rêkeftinê, kompaniya Amerîkî dikare berhemanînê li bîrên petrolê yên bakurê rojhilatê Sûriyê  û navçeyên di bin kontrola HSDê de zêde bike û petrolê jî bifroşe.