SOHR`ê nûçeya Ajansa Anadolu ya têkildarî şandina hêzên Misirê li Sûriyê derewand
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i318170-sohr_ê_nûçeya_ajansa_anadolu_ya_têkildarî_şandina_hêzên_misirê_li_sûriyê_derewand
Ajansa Anadolu ya dewleta Tirkiyê nûçeyek belav kir û tê de îdia kir ku Misirê leşkerên xwe bi rê kirine Sûriyê, lê SOHR`ê ev îdia derewandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 30, 2020 13:45 Asia/Tehran
  • SOHR`ê nûçeya Ajansa Anadolu ya têkildarî şandina hêzên Misirê li Sûriyê derewand

Ajansa Anadolu ya dewleta Tirkiyê nûçeyek belav kir û tê de îdia kir ku Misirê leşkerên xwe bi rê kirine Sûriyê, lê SOHR`ê ev îdia derewandin.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku nûçeya Ajansa Anadolu ya girêdayî partiya AKP`ê belav kiriye, ne rast e.

Beriya niha ajansê dabû zanîn ku efserek û 2 pîlotên ji Misirê li Sûriyê ne, beşdarî operasyonan bûne û gelek herêmên Sûriyê bombebaran kirine.