Heleb - Karegeheke çêkirina muhîmatan a têrorîstên piştgirîbûyî ji aliyê Tirkiyê va teqiya
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i317986-heleb_karegeheke_çêkirina_muhîmatan_a_têrorîstên_piştgirîbûyî_ji_aliyê_tirkiyê_va_teqiya
Malpereke nêzikî dijberên Sûriyê ragihand ku kargeheke çêkirina mûşek û roketan a ser bi têrorîstên bin sîvana piştgiriya Tirkiyê li Sûriyê teqiyaye û di encamê da çend çete mirine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 24, 2020 09:45 Asia/Tehran
  • Heleb - Karegeheke çêkirina muhîmatan a têrorîstên piştgirîbûyî ji aliyê Tirkiyê va teqiya

Malpereke nêzikî dijberên Sûriyê ragihand ku kargeheke çêkirina mûşek û roketan a ser bi têrorîstên bin sîvana piştgiriya Tirkiyê li Sûriyê teqiyaye û di encamê da çend çete mirine.

Li gorî rapora Fars Newsê, Koma nasyar bi Zîrevana Mafên Mirovan a Sûriyê ya nêzikî dijberên Sûriyê qala teqîna kargeheke koma têrorîst a Cebheya Şamiyê li bakurê Helebê kir.

Li gorî vê raporê, teqîna berbanga îro Îniyê li nêzikî kampa Ertûmeyê li derdora navçeya Şemarînê qewimiye; Cihê ku di bin dagîrkeriya komên têrorîst ên ser bi Tirkiyê ye.

Çavkaniyên sûrî pêştir jî qala teqîna depoyeke muhîmatê ya koma têrorîst a Partiya Tirkistanê (Hizb ul-Turkistanî) li rojavaya Sûriyê kiribûn ku di encamê da şeş çeteyênm vê komê mirin.