Li Reqayê, plana vekirina navenda perwerdekirina ker, lal û koran
Komîteya Kar ûbarên Civakî ya Meclisa Sivîl a Reqayê xebata vekirina navenda perwerdekirina ker û korên li Reqayê bi dawî kir. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê cara yekemîn e ku xebateke wiha tê kirin.
Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Di demên pêş de ew ê Komîteya Kar û Barên Civakî ya Meclisa Sivîl a Reqayê amadekariyên vekirina navenda fêrkirina ker, lal û koran bike, ji ber hindik maye kar û xebata navendê bi dawî bibe. Tê zanîn ku ji beriya 8 mehan ve komîteyan dest bi kar û xebata navendê kiriye.
Navend ji 20 odeyan pêk tê, ji wan nivîsgeha rêveberiyê, refên fêrkirina zarokan, maseyên taybet bi kesên kor, her wiha nîşane li ser dîwar hene dihêlin bi hêsanî yên kor derbasî avahiyê û destşoyên taybet bin.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê cara yekemîn e ku navendeke wiha tê vekirin û derdora 300 zarokên di navbera 4 salî û 14 saliyê de vedihewîne, li gel vê yekê mamosteyên perwerdeyê bidin, hatin diyarkirin û 35 karmend ji bo xwedîkirina zarokan hatin veqetandin.
Endamê Komîteya Kar ûbarê Civakî ya Meclisa Sivîl a Reqayê û çavdêrê karê navendê Îsa El-Şêx da zanîn ku Meclisa Sivîl a Reqayê alîkariya vekirina navendê kir û di demeke nêz de dê were vekirin.
Îsa El-Şêx got pergala mamoste dê li navendê bidin meşandin û zarokan fêr bikin şêwazên cîhanî ne, ji wan zimanê nîşaneyan yê taybet bi ker, kor û lalal in.
Hêjayî gotinê ye ku hin rêxistinên li Reqayê ku kar û xebatê dikin alîkariya astengdaran kir û bername ji wan re pêşkêş kir, her wiha Meclisa Sivîl a Reqayê jî hewl da bi van rêxistinan re têkiliyên pêk bîne û ji bo perwerdekirina van kesan planên baş deyne.