Tîrmeh 17, 2020 23:48 Asia/Tehran
  • NYê pêşwazî li biryareke HSDê kir 

Netewên Yekbûyî pêşwazî li helwesta HSDê derbarê parastina dibistanan û bikarneanîna zarokan ji bo armancên leşkerî kir.

 Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî (NY) Vêrcîna Gamba ragihand ku ew pêşwaziyê li biryar û tedbîrên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) dike ku tekez kiriye, divê dibistan bêne parastin û zarok jî ji bo armancên leşkerî neyên bikaranîn.

Nûnera Sekreterê NYê aşkere kir ku pabendbûna HSD gaveke erênî ye ji bo parastina zarokan û bicîkirina biryara sala 2011an a Encûmena Asayîşa Navdewletî.

Ev di demekê de ye ku HSDê roja 13ê vê mehê biryar dabû ku hemû dibistan ji hebûna leşkerî bên valakirin.

Di daxuyaniya HSDê de hatibû tekez kirin, “Li gorî biryarên Konseya Ewlekariyê ya NY yên 1998 (2011) û 2143 (2014) û bikaranîna dibistanan di qada leşkerî de û bandora vê yekê li silametiya zarok û karmendên qada pewerdeyê, HSDê radighîne ku di demên nakokiyên çekdarî  de dê zarok û karmendên qada perwerdeyê ji xeteriyên operasyonên leşkerî  biparêze.”

Herwiha HSDê diyar kiribû ku ew dê “bi nûnera  taybet a NYê ya têkildarî zarokan û şerê çekdarî û ekîpên xebata NY yên têkildarî şopandin û agahdarkirinê re tevkar be. Ev tevkarî ji bo mijara veguhestina agahiyên derbarê binpêkirinên tecawîzkirinên li dijî zarokan de jî ye.”

Serepeyv