Gelê Helebê serdar Silêmanî ``şehîdê mezin ê Îslamê`` bi nav kir
Hejmareke zêde ya gelê Helebê li bakura Sûriyê îro li meydana Seidullah Cabirî civîyan û kiryara terorîstî ya Amerîkayê ya şehîdkirina serdar Qasim Silêmanî Fermandeyê Hêza Quds a Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî û hevrêyên wî li Iraqê şermezar kirin.
Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Fermî ya Hikûmeta Sûrîyê (SANA), gelê Helebê di halekî da ku alaya Îran û Sûrîyê û wêneyên hezretê ayetullah Xamineyî rêberê giranqedir ê Inqilaba Îslamî, şehîd Silêmanî û Bişar Esed Serokomarê Sûrîyê û Seyîd-Hesen Nesrullah Sêkrêtêrê Hizbullaha Libnanê hildabûn, bi durişman ew kiryara têrorîstî ya Amerîkayê şermezar kirin.
Li ser hin pankardên ku gelê Helebê rakiribûn, şehîd Qasim Silêmanî weke `` şehîdê mezin ê Islamê`` û ``fermandeyê mêhwera berxwedanê`` hatibû nasandinê û hin wêneyên wî şehîdî yên dema ku li Sûrîyê bû û alîkarîyên misteşarî didan, hatin nîşandayînê.