Li Dêrezora Sûrîyê teqînek qewimî; kuştî û birîndar hene
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i311822-li_dêrezora_sûrîyê_teqînek_qewimî_kuştî_û_birîndar_hene
Jinek û 3 zarokan di encama teqîna erebeyeke bombebarkirî li derdora rojhilatê Dêrazorê de jiyana xwe ji dest dan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 02, 2020 05:40 Asia/Tehran
  • Li Dêrezora Sûrîyê teqînek qewimî; kuştî û birîndar hene

Jinek û 3 zarokan di encama teqîna erebeyeke bombebarkirî li derdora rojhilatê Dêrazorê de jiyana xwe ji dest dan.

Şeva buhurî di encama teqîna maşîneke bombekirî li kêleka benda El-Senor li bajarokê Ebû Hemam li derdora rojhilatê Dêrazorê de Jinek û 3 zarokan jiyana xwe ji dest dan.

Li başûrê Girê Sipî jî teqînek qewimî û di encamê de 3 kesên sivîl canê xwe jidest dan û 4 kes jî birîndar bûn.

Bajarokê Silok di destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de bû û vê dawîyê ji hêla artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve hate dagirkirinê.

Ji hêla din ve Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand, grûpeke çekdarên DAIŞê ku ji 5 kesan pêk tê hatiye girtin.

Li gor zanyariyên wan çekdarên DAIŞê amadekarî dikirin ku di rojên sersalê de li çend navçeyên cuda weke Qamişlo, Heseke, Dêrikê bi rêya otomobîlên bombebarkirî teqîn û êrişan encam bidin.

HSD aşkere dike ku ew çekdarên DAIŞê li navçeya Şedadê hatine girtin.