Şahoz Hesen: Divê bi hemî pêkhateyên bakur û rojhilata Sûriyê re gotûbêj bikin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i311816-Şahoz_hesen_divê_bi_hemî_pêkhateyên_bakur_û_rojhilata_sûriyê_re_gotûbêj_bikin
Hevserokê Partiya Yekitiya Demokrtaîk a Sûriyê (PYD) li kombûna bi rîsipî û rewşenbîrên ereb re li navça Tirbesibiyê raghand: "Her diyalogek bikeve rojevê, pêwîst e li gel encumnena Sûriya Demokratîk, MSD û rêveberiya xweser û hemî pêkhateyên bakur û rojhilata Sûriyê cih were.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 01, 2020 15:02 Asia/Tehran
  •  Şahoz Hesen: Divê bi hemî pêkhateyên  bakur û rojhilata Sûriyê re gotûbêj bikin

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokrtaîk a Sûriyê (PYD) li kombûna bi rîsipî û rewşenbîrên ereb re li navça Tirbesibiyê raghand: "Her diyalogek bikeve rojevê, pêwîst e li gel encumnena Sûriya Demokratîk, MSD û rêveberiya xweser û hemî pêkhateyên bakur û rojhilata Sûriyê cih were.

 Hesen Ragihand ku Tirkiye hemî deveran dike armanc û got: Dîroka dewleta tirk tijî ezmûna dagirkeriyê ye. Dagirkeriya osmaniyan li hemî serdeman nezanî û feqîrî û zilm û zordarî li dû xwe  aniye. Li vê serdemê jî wan hewl daye DAIŞê vejînin. Piştî têkçûna DAIŞê, Erdogan hewl da xelafeta osmaniyan vegerînin.

 Hevserokê Partiya Yekitiya Demokrtaîk a  Sûriyê (PYD) bi bîr xist ku hemî pêkhateyên navçê çendîn destkewt bi dest xistin û got: Ew destkewt bi tenê milkê partiyek an pêkhateyê nînin belkî milkê hemî van pêkhateyan e ku yekitî û yekrêziya xwe binyat danîne û bi hezaran şehîd dane heta gihêştine vê astê.

  Li bara civîna li gel dewleta Sûriyê û hikûmeta Rûsiyê jî Hesen ragihand dewleta Sûriyê û Rûsiye hewl didin bi tenê li gel pêkhateya kurd û bêyî beşdariya pêkhateyên din diyalogê bikin. Me  ew pêşniaya red kir û ji dewleta Sûriyê û Rûsiyê re me gotiye ku  her diyalogek cih were divê li gel encumena Sûriya Demokratîk, MSD û rêveberiya xweser  a rojhilat û bakurê Sûriyê cih were.