Berdevkê HSD: Tirkiye ji navçê çi dixweze, PKK ku li Lîbyayê nîne
Berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) got: Tevî ku agirbes hatiye raghandin lê him artêşa Tirkyê û him endamên cîhadî yên bin fermana wê her rojê meqerên hêzên HSDê li navçên curbicur didin ber êrişan.
Mustefa Balî, Berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bal kişand ser vê yekê ku armanca Tirkiyê bi tenê berfirehxwazî ye û diyar kir: Tirkiye bi mehna hebûna PKK li bakur û rojhilata Sûriyê hevrê digel komên cîhadî êrişî ser vê navçê kir mehna ku rastî nebû. Niha ev pirsa dikeve rojevê ku bi şandina hêzan ber bi Lîbyayê çi armancekê dişopîne.
Berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) her wiha got: Divê êdî ji cîhanê re kivş bibûya ku Tirkiyê çi xwestekên xwe hene û ew jî parvekirina welatan bi mehneyên curbicur e.
Mustefa Balî destnîşan kir: Li 9 salên buhurî tu carî êrişek ji nav sînorên me li dijî Tirkiyê neqewimî û me jî hewl da ser hemdê xwe bin û pêşiya her kiryarekê birin ku bibe sedema aloziyê. Lê niyeta Tirkiyê wisa nebû.
Berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) destnîşan kir: Em ji hêzên ku li bara mesela agirbesê rola wan hebû, dixwezin ku Tirkiyê neçar bikin ji axa Sûriyê derkevin ku aware vegerin malên xwe.