Hevserokê MSD: Em bi hemî welatên navçê re li halê muzakirê ne
Hevserokê Meclisa Demokratîke Sûriyê, MSD got: Tevî berbendên Tirkiyê bona amadenebûna me li civakên navdewletî, em bi hemî welatên navçê re li halê muzakirê ne.
Li gorî rapora Kurd Pressê, Riyaz Dirar, Hevserokê MSD bal kişand ser kiryarên Tirkiyê bona dûrragirtina kurdên Sûriyê ji peywendiya bi civaka navdewletî û diyar kir: Tevî hemî berbendên Tirkiyê bona beşdariya li muazkirên navdewletî, bi hemî welatên navçê re hin muzakirên me hene û em van diyalogan didomînin.
Piştî êrişên artêşa Tirkiyê ser bakur û rojhilata Sûriyê bi dewleta Misrê re jî me peywendiyên qahêm û xurt pêk anîne. Misr yek ji welatên giring û bi bandor ê navçê ye ku bi wan re peywendiyên baş pêk hatine.
Dirar got: Piştî êrişên artêşa Tirkiyê ser bakur û rojhilata Sûriyê bi piraniya welatên cîhanê re li asta Wezareta derve, serokên parlemnaê û nunerên parlemanî re peywendiên me hebûne.
Riyaz Dirar, hevserokê MSD di dewama gotinên xwe de destnîşan kir: Kiryar û liv û tevegrên komên ser bi Tirkiyê qeyranê kûrtir dike. Liv û tevegra van koman hevrê digel Tirkiyê dibe sedem ku ew welatên ku dikarin li çareserkirina qeyrana Sûriyê de rola xwe hebin, bikevin ber bandora siyasetên Tirkiyê. Kesên ku xwe wek opozosyona Sûriyê didin zanîn bi Tirkiyeyekê re hevrê dibin ku li dû vejiayndina osmaniyan û êrişa ser gelê navçê ye.