Îstixbarata Tirkiyê û grûpên çekdar 17 Kurd li Efrînê girtin û revandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i311771-Îstixbarata_tirkiyê_û_grûpên_çekdar_17_kurd_li_efrînê_girtin_û_revandin
Dezgehên ewlekariyê yên grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê ligel Îstixbarata Tirkiyê 17 welatiyên Kurd ji çend deverên Efrînê girtine û revandine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 31, 2019 09:46 Asia/Tehran
  • Îstixbarata Tirkiyê û grûpên çekdar 17 Kurd li Efrînê girtin û revandin

Dezgehên ewlekariyê yên grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê ligel Îstixbarata Tirkiyê 17 welatiyên Kurd ji çend deverên Efrînê girtine û revandine.

Li gor Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê, roja 26ê vê mehê, Asayişa Siyasî ya Efrînê ligel Îstixbareta Tirkiyê Endezyar Welîd Hesen ku xelkê gundê Mamiloyê ye û karmendê saziyeke encûmena xwecihî ya Efrînê ye revandine.

Roja 29ê mehê jî, 2 endezyar bi navê Hemîd Mûsa û Zekwan Hesen û karmendeke jin bi navê Bangîna ji Efrînê hatine revandin.

Li Nahiyeya Şiyê jî, Grûpa çekdar a bi navê el-Weqas avêtine ser gundê Anqelê û 10 ciwan girtine û daxwaza 10 hezar dolar ji bo azadkirina her yekî ji wan dike.

Li nahiyeya Şera jî, polîsên sivîl, roja 27ê vê mehê, welatî Hisên Nûrî Hidik girtine û roja 29ê mehê diya wî û hevjîna wî jî girtine.

Ji dema dagîrbûna Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û terorîstên ser bi wê revandina xelkê û şikencekirina wan û standina bacê ji bo berdana wan û dizîn û talankirina mal û heyiyên xelkê Efrînê û gund û bajarokên wê ji aliyê artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wê bûye karekî normal û her rojî.