HSD: "Tirkiyê li Serêkanî û Girêspiyê dest bi guhertina nijyara nifûsê kiriye"
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i311682-hsd_tirkiyê_li_serêkanî_û_girêspiyê_dest_bi_guhertina_nijyara_nifûsê_kiriye
Fermandeyekî meydanî yê HSD'ê li bakurê Sûriyê got: Tirkiye Serêkanî û Girêspiyê beşek ji axa Tirkiyê dizane û alaya xwe jî li vir bilind kiriye û li xwendingehan jî bi zimanê tirkî dersê dide.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 28, 2019 14:23 Asia/Tehran
  • HSD:

Fermandeyekî meydanî yê HSD'ê li bakurê Sûriyê got: Tirkiye Serêkanî û Girêspiyê beşek ji axa Tirkiyê dizane û alaya xwe jî li vir bilind kiriye û li xwendingehan jî bi zimanê tirkî dersê dide.

 Hogir Muhemed ji fermandeyên meydanî yên nêzîkî navça Serêkaniyê li gotûbêja bi Kurd Press`ê re diyar kir: Artêşa Tirkiyê tev komên terorîstî li riya M4ê bi cih bûne û alaya Tirkiyê ser avahiyên gundên navçên dagirbûyî hatine bilindkirin. 

Wî her wiha diyar kir: Artêşa Tirkiyê rojê bi şandina eskeran û hereketa li riya navdewletî ya M4 merasima  sana eskerî cih tîne. 

 Wî gotinên xwe wiha domandin: Beşek ji riya navneteweyî ya Helebê di destê komên cîhadî de ye û tu hatûçûyînke li wir cih nayê. 

Hogir Muhemed destnîşan kir: Niha pevçûna navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û cîhadiyan li vê mêhwerê cih nayê lê di dirêjahiya riya 120 Kîlometreyî ku di kontrola Tirkiyê  de ye carnan hin operasyon cih tên.