Opêrasyona Artêşa Sûrîyê li Idlibê didome
Artêşa Sûrîyê di dewama opêrasyona xwe li derdorên başûr û başûra rojhilata Idlibê de zêde ji 50 gund ji lepên têrorîstan azad kirin.
Artêşa Sûrîyê di dewama opêrasyona xwe li derdorên başûr û başûra rojhilata Idlibê de zêde ji 50 gund, herêm û zevî bi beratî û panatîya 350 kîlomêtrên çarkunc ji lepên têrorîstan azad kirine.
Artêşa Sûrîyê herwiha çeperên xwe li hemî mêhwerên şêrr ji Xan Şêyxûnê li rojhilatê bigire heta Cercenazê û li rojava heta Hilbanê xurt kirine.
Hêzên Artêşa Sûrîyê herwiha xwe jibo pêrasyona azadkirina gund û deverên nêzîkî otobana navnetewî ya Şam-Helebê û derdora Meire Nuimanê amade dikin û hin çeperên têrorîstan li kûratîya deverên di bin dagirkerîya wan de li Cebel ul Zavîyê û derdora Seraqibê kirin armanc ku di encamê de bi dehan têrorîst hatin kuştinê.