Mezlûm Ebdî: Deriyên me ji şêniyên Idlibê re vekirî ne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i311660-mezlûm_ebdî_deriyên_me_ji_şêniyên_idlibê_re_vekirî_ne
Fermandarê HSD’ê ragihand ku rêvebirîya bakur û rojhilatê Sûriyê amade ye ku pêşwazîyê li sivîlên ku ji ber şerê li parêzgeha Idlibê koçber dibin, bike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 27, 2019 15:17 Asia/Tehran
  • Mezlûm Ebdî: Deriyên me ji şêniyên Idlibê re vekirî ne

Fermandarê HSD’ê ragihand ku rêvebirîya bakur û rojhilatê Sûriyê amade ye ku pêşwazîyê li sivîlên ku ji ber şerê li parêzgeha Idlibê koçber dibin, bike.

Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li rûpela xwe ya Twitterê got: "Deriyên me ji şêniyên Idlibê re vekirî ne û dikarin hevkariyê bi hêzên leşkerî yên Idlibê yên di bina sîwana HSD’ê de pêk bînin da ku berê xwe bidin herêmên me."

Ebdî wiha bang kir: "Şerê wêrankirinê rawestînin, sîwaneke tevahî hêzên neteweyî ava bikin ku sivîlan û rûmeta wan biparêzin û sînorekê ji bazirganiya xwîn û malên sûriyan re deynin."

Li Idlibê şerekî dijwar di navbera hêzên artêşa Sûrîyê û çeteyên bin fermana dewleta Tirkîyê de didome û di encamê de sivîl dibin qurbanî û bi hezaran kes jî koçber bûne.