Tirkiyê bingehên YPGyê li Helebê topbaran kirin
Kanûn 27, 2019 13:00 Asia/Tehran
Artêşa Tirkiyê bingehên Yekîneyên Paraztina Gel (YPG) li bakurê gundewarê Helebê topbaran kirin.
Navenda Mafên Mirov a Sûrîyê ragihand: Duh şervanên YPG li rojavayê bajarokê Eizazê êrîşî nuqteyê opozosyona Sûriyê kirin.
Artêşa Tirkiyê jî wek bersiv dest bi topbarankirina bingehên YPG li Mirinaz û Firokexaneya serbazî ya Minixê kir û zîyanên wan êrîşan tenê madî bûn.
Ligorî rapora Navenda Mafên Mirov a Sûrîyê artêşa Tirkiyê û komên çekdar gundên Xaldîye û Erîda yên gundewarê Eynîsayê jî topbaran kirin .