Çînê rexneya Amerîkayê red kir
Çînê rexneya Amerîkayê derbarê astengîderxistina Pikenê jibo pesendkirina biryarnameya Konseya Ewlehiyê ya NY jibo alîkariya bo welatiyên sivîl ên sûrî red kir.
Li gorî rapora France Pressê, Gung Şivang, Berdevkê Wezareta karên derve ya Çînê roja Duşemiyê Waşîngton bi sûcê siyasîkirina mijarên mirovdostane tawanbar kir û got: Amerîka mijarên mirovdostane siyasî dike û pîvanên ducûre dişopîne.
Pompêoyê Wezîrê karên derve yê Aemrîkayê roja Şemiyê tiştê ku wek astengîderxistina Çîn û Rûsiyê jibo pesendkirina biryarnameya Konseya Ewlehiyê ya NY jibo şandina alîkariyan bo Sûriyê da zanîn, wek Serşûrî da zanîn.
Alîkariyên gelanî bo Sûriyê niha ji aliyê NY va li Tirkiye û Iraqê pêk tên.
13 endamên Konseya Ewlehiyê ev plan pejirandin, lê Rûsiye û Çînê bi dengê xwe yê Vetoyê nehîştin ku were pesendkirin.