Sitargehên sereke yên komên têrorîst li Idlibê hatin jinavbirin
Artêşa Sûriyê piştî şer û pevçûnên giran ên roja Duşemiyê digel çeteyên koma Cebheya Nuasreyê, dest danî ser sitargeha herî girîng a vê komê li Idlibê.
Li gorî rapora Meyadînê, Bi ketina sitargeha sereke ya koma têrorîst a Cebheya Nusreyê kli bajarê Cercenazê li parêzgeha Idlibê, navbera hêzên artêşê digel bajaroka stratejîk a Meire Numanê ku mezintirîn bajarê parêzgeha Idlibê û ser rêya Şamê bo Helebê ye, gihîşte 8 Kîlometreyan.
Di dewama operasiyona artêşa Sûriyê li dorhêla başûrî ya parêzgeha Idlibê, hêzên artêşê bi êrîşên bejahî û hewayî yên berfireh li bereyên cûrbicûr karîn ku bilez beşine zêde ji başûr û başûrê rojhilata Idlibê li bakurê vî wealtî ji wan bi dehan gund û bajarokan bixin bin kontrola xwe.
Komên terorîst ên çekdar niha di rewşeka lawaz da ne û niakrin şer û pevçûnan bi rê ve bibin.
Di vê navberê da Tirkiyê pêşdaçûna artêşa Sûriyê li Idlibê wek darê destan jibo bacxwaziya ji welatên ewropî bi kar aniye; Bi vê wateyê ku Erdoxanê serokomarê vî welatî li dû wergirtina piştrastkirin û piştgiriya Ewropayê û welatên navçeyê ji pîlana damezirandina Navçeya qaşo Ewleh li bakurê Sûriyê ye û dixwaze ku vê mijarê di her cûre gotûbêja bi Moskovayê ra bi kar bîne.
Tirkiyê bi îdiaya ku operasiyona arttêşa Sûriyê li Idlibê pêla nû ya Koçber û penaxwazan bi rê dixe, ragihand ku ji ber vê operasiyonê 80 hezar sûrî ber bi Tirkiyê va tên û ji ber ku Ewropayê jibo rawestandina operasiyona leşkerî li Idlibê tu karek nekiriye, divê li benda pêla penaxwazan weke qeyrana penabertiyê ya sala 2015an be.
Dewleta Sûriyê niha hewil dide ku beşa mayî ya axa vî welatî li beşên bakuirê rojava û bakurê Idlibê û dorhêla wê ji bin dagîrkeriya komên çete rizgar bike; navçeyên ku wek tenha baregeha sereke û bermahiyên dijberên çekdar û têrorîstan li vî welatî tê zanîn. Lê hin piştgirên terorîstan hewil didin ku rê li ber operasiyona artêşa Sûriyê li dijî 146 hezar terorîstên bicihbûyî li idlibê û derdora wê bigirin.