Artêşa Sûrîyê çend bajarokên din li Idlibê azad kirin
Artêşa Sûrîyê di dewama opêrasyona xwe li başûra parêzgeha Idlibê de karî 6 bajarokên din li vê deverê ji têrorîstan ramalîne û bêxe bin kontrola xwe.
Artêşa Sûrîyê di dewama opêrasyona xwe li başûra parêzgeha Idlibê dijî têrorîstên Cebhet ul Nusrê de bajarokên Herakî, Tehtaya, Qeratî, Burc, Til Humsî û Ferwanê azad kirin.
Bi vê pêşdaçûnê Artêşa Sûrîyê giheşte 3 kîlomêtrîya bajarokê girîng ê Cercinazê li başûra Idlibê û nuqteyeke nobedarîyê ya Artêşa Tirkîyê ji 3 milan ve dorpêç kir.
Hêzên Artêşa Sûrîyê roja Şemîyê danê êvarê jî bajarokên Qetre, Herran û Sercê li başûra parêzgeha Idlibê ji lepên têrorîstan azad kirin.
Di encama opêrasyonên 3 rojên buhurî yên Artêşa Sûrîyê de zêde ji 10 têrorîst hatine kuştinê.
Ji hêla din ve di encama êrişa têrorîstan a bi hawan û rokêtan ser derdora Idlibê de 6 serbazên sûrî hatin kuştinê û 16 jî birîndar bûn.