HSD`ê encama şerê 48 saetên dawî ragehand
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i311514-hsd_ê_encama_şerê_48_saetên_dawî_ragehand
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûrîya Dêmokiratîk (HSD) bi daxuyeniyekê encamên şer û berxwedana du rojên dawîyê eşkere kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 23, 2019 04:31 Asia/Tehran
  • HSD`ê encama şerê 48 saetên dawî ragehand

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûrîya Dêmokiratîk (HSD) bi daxuyeniyekê encamên şer û berxwedana du rojên dawîyê eşkere kirin.

Li daxûyaniya HSD`ê de hatiye gotin Artêşa Tirkîyê û çeteyên wê êrişên xwe yên bi çekên giran û balafirên bêfirokevan didomînin. Di van êrîşan de herêmên sivîl tên hedefgirtin û ziyanên maddî digihîjin welatiyên sîvîl.

Komên çete bi çekên giran, tank û obusan êrişî gundên Til Hermil, Im El-Işba, Til Mihemed û El Rabîat ên li xeta Serêknaiyê û Til Temir kirin û hewl dan li bejahîyê pêş de herin. Di encama êrîşan de 3 sivîl birîndar bûn.

Komên çete yên ser be Enqerê herwisa bi çekên giran, tank, obus û hawanan êriş birin ser gundên Gabar, Kefîfa û Xirbit Faris. Artêşa Tirkîyê û têrorîstên ser bi wê bi van êrişan hewl da herêmên ku dagir kirine berfire bike. Di encama êrişan de xisar li zevî û milkên welatiyên sîvîl ketin.

Artêşa Tirkîyê herwiha li herêma Eyn Îsayê bi balafirên bêpîlot çeperên hêzên me û herêmên sivîlnişîn bomberan kirin.

Li gor nûçek din, li taxa Ferdos a Reqayê du teqîn qewimîn, ziyanên canî çênebûn.