Amerîkayê dîsan çek û rext şandin Kurdistana Sûrîyê
Amerîkayê 100 barhilgirên çek û rexatn bi rêya sînorê bakura Iraqê ve şandin Kurdistana Sûrîyê.
Navenda Mafên Mirovan a Sûrîyê ragihand ku Amerîkayê îro bi 100 barhilgiran çek, rext û alaîkarîyên leşkerî bi rêya derîyê sînorî yê Welîdê ser sînorê Sûrîyê û Herma Kurdistana Iraqê jibo Hêzên Sûrîya Dêmokiratîk (HSD) şandin.
Lighorî vê raporê, ew hevkarî ji zêrêhpûş, maşînên leşkerî, çek û rext û alavên cengê dihatin ku pişkeke wan li binkeya leşkerî ya Hêmoyê û pişkek jî li herêmên Heseke û Dêrezorê hatin belavkirinê.
Artêşa Amerîkayê di 19`ê Kanûnê de jî karwanekî leşkerî yê pêkhatî ji 20 barhilgiran şand Kurdistana Sûrîyê.
Ew 20 barhilgirên leşkerî yên Amerîkayê ji sînorê Sêmalka li bakura Iraqê ve derbasî bakura Sûrîyê bûne û di bin çavdêrî û piştgirîya bejayî û esmanî de giheştine binkeya leşkerî ya Amerîkayê li gundê Hêmo li rojhilata Qamişloyê.
Zêrevanîya Mafên Mirovan a Sûrîyê jî bicihbûna wî karwanê leşkerî yê amerîkî li gundê Hêmoyê piştrast kir.
Şayanî gotinê ye ku Amerîkayê leşkerên xwe li herêmên niftzêm ên Qamişlo, Rimêlan, Dêrezor, Reqqa, Tirbêsipî, Çîlaga, Dêrik û Hesekê bicih kirine û ji Cotmehê va mijûlê xurtkirina binkeyên xwe ye.