Ilham Ehmed: Tirkîye ramalîna sîyasî û çandî himberî Kurdan dimeşîne
Hevseroka Meclisa Sûrîya Dêmokirat (MSD) ragihand ku sîyaseta nika ya hikûmeta Tirkîyê jibo ramalîna nijadî ya Kurdan e û hikûmeta Enqerê ramalîna sîyasî û çandî himberî Kurdan dimeşîne.
Ilham Ehmed Hevseroka MSD herwiha got: Sîayseta nika ya Tirkîyê himberî Kurdan di çarçova ramalîna sîyasî, çandî, civakî û aborî da tê sepandin û bi saya wê rê li ber jîyana wan digire.
Ilham Ehmedê amajeyî wê yekê jî kir ku Tirkîye di bin perdeya şerêdijî têrorê de ramalîna Kurdan didomîne û hikûmeta Enqerê di bin desthilata Erdogan de bi hecet û navê vegera awareyan bo herêmên xwe bûye sedema awarebûna zêdetir a xelkê Sûrîyê û armanca wê jî guhertina dêmogirafîya herêmê ye.
Ilham Ehmed Hevseroka MSD herwiha bal kişand ser wê yekê kir ku ev hewildana Tirkîyê ne tiştekî teze ye û Tirkîyê di dirêjatîya dîrokê de hewla jinavbirina Kurdan û danîna kirêgirtîyên xwe dewsa wan daye.