Pêşveçûna Artêşa Sûriyê li parêzgeha Idlibê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i311482-pêşveçûna_artêşa_sûriyê_li_parêzgeha_idlibê
Artêşa Sûriyê duh berêvarê di dewama pêşveçûnên xwe li başûra parêzgeha Idlibê , bajarokên Qetre, Heran û Serec ji bin destê terorîstan derxistin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 22, 2019 07:23 Asia/Tehran
  • Pêşveçûna Artêşa Sûriyê li parêzgeha Idlibê

Artêşa Sûriyê duh berêvarê di dewama pêşveçûnên xwe li başûra parêzgeha Idlibê , bajarokên Qetre, Heran û Serec ji bin destê terorîstan derxistin.

Li gor nûçeya Fars Newsê, Artêşa Sûriyê çendîn saetên bpêş jî karîn gundên Um El-Tîne, El-Medîrse û Bernabn li başûra parêzgeha Idlibê ji bin lepên terorîstan derxistin.

Parêzgeha Idlibê cihgeha herî dawiyê ya terorîstan li Idlibê ye ku Tirkiyê piştgiriya gelek ji wan dike.

Krîza Sûriyê ji sala 2011 bi êrişa berfire ya komên terorîst ku welatên rojavayî yên wekî Amerîka û Brîtanyayê û hevgirtiyên wan ên navçê yên wekî Tirkiye, Erebistan û Qeterê piştgiriya wan dikirin despê bû, lê belê aqubet piştî heşt salan  Hikûmeta Sûriyê bi alikariya rawêjkarên leşkerî yên Îranê û hevkariya leşkerî ya Rûsyayê karî terorîstan têk bidin û axa Sûriyê ji bin destê wan derxin.

Amerîka û hevpeymanên wê ji ber têkçûna tam a terorîstan ku her diçe ev hedefa nêzîktir dibe, ketine nav fukaran .