Artêşa Sûrîyê bi dehan têrorîst li Idlibê kuştin
Kanûn 21, 2019 15:20 Asia/Tehran
Navenda Aştîyê ya Ûrsêtê li Sûrîyê ragihand ku Artêşa Sûrîyê êrişa têrorîstan li Idlibê pûç kir û di encamê de bi dehan têrorîst hatin kuştinê û yan birîndar bûn.
Yûrî Borkinov Navenda Aştîyê ya Ûrsêtê li Sûrîyê ragihand ku Artêşa Sûrîyê 2 êrişên têrorîstên Cebhet ul Nusre, Hurras ul Dîn û Ensar ul Tewhîdê li Idlibê pûç kirin û karî di encamê de zêde ji 200 têrorîstan bikuje yan birîndar bike.
Ligorî gotina Serokê Navenda Aştîyê ya Ûrsêtê li Sûrîyê di encama wan pevçûnan de 17 leşkerên Artêşa Sûrîyê jî canê xwe ji dest dane û 42 jî birîndar bûne.