Têrorîstan êrişî çend binkeyên nift û gaza Sûrîyê kirin
Wezareta Nifta Sûrîyê ragihand ku palavgeha Humsê, navenda gazê li başûra wî şarî û rawestgeha gazê ya Al Reyanê ketine ber êrişên têrorîstî.
Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Fermî ya Hikûmeta Sûrîyê (SANA), Wezareta Nifta wî welatî îro di daxûyanîyekê de ragihand ku di encama wan êrişên têrorîstî de hin xisar li wan binkeyên nift û gazê ketine û komên agirvemirîner jî zûka agir kontrol kirin.
Ligorî vê raporê, ew êrişana di halekî da pêk tên ku Amerîka bi hevkarîya Tirkîyê nift ûgaza Sûrîyê li herêma Cizîrê didize û bi sepandina boykotên neqanûnî nahêle nift û gaz radestî hikûmeta Sûrîyê bên kirinê.
Sala buhurî jî hevgavê demsala serma û seqemê nemaze li devên navendî û bakura Sûrîyê di encama boykotên giştalî yên Waşîngtonê dijî Şamê de û girtina pêşîya kirîna niftê ji derve, hejmareke zêde ya sûrîyan nemaze awareyan li deverên bakur ji ber sirr û sermayê û rewşa nelibar a kempan canê xwe ji dest dan.