Bişar Ceiferî: Serdestîya Amerîkayê li bîrên niftê yên Sûrîyê nayê qebûlkirinê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i311444-bişar_ceiferî_serdestîya_amerîkayê_li_bîrên_niftê_yên_sûrîyê_nayê_qebûlkirinê
Nunerê Dayimî yê Sûrîyê li NY di civîna taybet a Civata Ewelhîyê têkildarî rewşa sîyasî ya wî welatî de, ragihand ku serdestîya Amerîkayê li meydan û bîrên niftê yên Sûrîyê nayê qebûlkirinê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 21, 2019 05:24 Asia/Tehran
  • Bişar Ceiferî: Serdestîya Amerîkayê li bîrên niftê yên Sûrîyê nayê qebûlkirinê

Nunerê Dayimî yê Sûrîyê li NY di civîna taybet a Civata Ewelhîyê têkildarî rewşa sîyasî ya wî welatî de, ragihand ku serdestîya Amerîkayê li meydan û bîrên niftê yên Sûrîyê nayê qebûlkirinê.

Bişar Ceiferî Nunerê Dayimî yê Sûrîyê li NY şeva buhurî di civîna taybet a Civata Ewelhîyê têkildarî rewşa sîyasî ya wî welatî de tevî ku got serdestîya Amerîkayê li meydan û bîrên niftê yên Sûrîyê nayê qebûlkirinê, dîyar kir: Kokbirrkirina têrorîstan armanca sereke ya Muzakirên Astanê ye.

Heta nika çend rapor têkildarî hevkarîya leşkerên amerîkî û têrorîstên DAIŞ`ê di warê bi qaçaxfirotina nifta Sûrîyê hatine weşandinê.

Amerîkayê bi heceta şerê dijî komên têrorîst bêyî izna dewleta Şamê leşkerên xwe li axa vî welatî bicih kirine. Ev bicihkirina neqanûnî di halekî da ye ku ligorî mukurhatina Serokomarê Amerîkayê Donald Trump, Waşîngton hokara sereke ya pêkhatina komên têrorîst ji wan DAIŞ`ê bûye. 

Ligorî raporên fermî, Amerîkayê heta nika bayê çend milyard dolaran çek û rext dane têrorîstên li Sûrîyê.