Mezlûm Kobanî bi hejmarek rêvebirên partîyên Kurdistana Sûrîyê re civîya
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i311443-mezlûm_kobanî_bi_hejmarek_rêvebirên_partîyên_kurdistana_sûrîyê_re_civîya
Di çarçoveya yekrêzî û hevgirtina aliyên siyasî yên Kurdistana Sûrîyê de Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), General Mazlûm Kobanî ligel rêvebirên heft partiyên wê herêmê civîya.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 21, 2019 04:38 Asia/Tehran
  • Mezlûm Kobanî bi hejmarek rêvebirên partîyên Kurdistana Sûrîyê re civîya

Di çarçoveya yekrêzî û hevgirtina aliyên siyasî yên Kurdistana Sûrîyê de Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), General Mazlûm Kobanî ligel rêvebirên heft partiyên wê herêmê civîya.

Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Hawarê, General Mazlûm Kobanî duh êvarê ligel rêvebirên çend partîyên sîyasî yên Kurdistana Sûrîyê ji wan Partiya Demokrat a Pêşvero, bi awayekî cuda hevdîtin pêk anîn.

Di hevdîtinan de Mazlûm Kobanî nûnerên partiyên siyasî ji pêşhatên herîdawîyê yên li navçeyên bakur û rojhilata Sûriyê agahdar kirin û guhdariya nerîn û pêşniyarên partiyên Kurdan, ên ji bo pêkanîna yekrêzî û yekîtiya Kurdan kir.

Di wan civînên ligel beşeke aliyên siyasî yên Kurdistana Sûrîyê de, Fermandarê HSDê Mazlûm Kobanî di derbarê danûstandinên HSDê û Rêveberiya Xweser tev hikûmeta Sûriyê de zanyarî dane wan.

General Kobanî herwiha di van civînan de diyar kiriye, ku êdî nabe dem bê derbaskirin û tekez kiriye ku ji bo xebata yekitî û yekrêziya aliyên Kurd ên  Kurdistana Sûrîyê pêwîst e lezê bikin.

Partiyên beşdar di civînan de jî piştevaniya xwe bo hewlên General Mazlûm Kobanî yên bo pêkanîna yekitiya Kurdan nîşan dan.

Civîna Fermandarê Giştî yê HSDê bi partî û aliyên siyasî yên Kurdistana Sûrîyê re piştî helwesta Rêveberiya Xweser a vekirina rê li ber çalakiyên ENKS pêk hat.