NY: Tirkîyê jîyana bi milyonan kesî li Sûrîyê xistîye ber xeterê
Cîgira Sêkrêtêrê NY di Karên Sûrîyê de ragihand ku Tirkîyê jîyana bi milyonan kesî li Sûrîyê xistîye ber metirsîyê û niştecihên bakura Sûrîyê jî dilgiranê rewşa jîyana xwe ne.
Ligorî rapora Şarpress`ê, Orosêlla Moler Cîgira Sêkrêtêrê NY di Karên Sûrîyê di civîna Civata Giştî ya NY ya taybet bi rewşa Sûrîyê de ragihand ku têror û revandin li Sûrîyê zêde bûne û xelk derheq rewşa jîyana xwe dilnîya nîne, Tirkîyê jî jîyana bi milyonan kesî li Sûrîyê xistîye ber metirsîyê.
Molerê herwiha got ku heta dawîya Cotmehê ji 49 teqînan 43 teqînb li herêmên di bin kontrola Tirkîyê û komên çekdar ên ser bi Enqerê de qewimîne ku di encama wan de 79 kesî canê xwe ji dest dane û zêdetir ji 300 kesî jî birîndar bûne.
Orosêlla Moler Cîgira Sêkrêtêrê NY di Karên Sûrîyê herwiha basa vê yekê kir ku li başûr û rojavaya Sûrîyê teqînên bi heman rengî diqewimin, welatî tên girtinê û kesên ser bi hikûmetê tên kuştinê.