Li Serêkanîyê teqînek qewimî
Kanûn 19, 2019 14:31 Asia/Tehran
Di encama teqîna maşîneke bombekirî li bajarokê Tilhelefê ser bi Serêkanîyê de hejmarek kes hatin kuştinê û birîndar bûn.
Çavkanîyekî emnî ragihand: Îro danê êvarê maşîneke bombekirî li bajarokê Tilhelef ser bi Serêkanîyê teqîya ku di encamê de 5 kesan canê xwe ji dest dan û 11 kes jî birîndar bûn.
Hêzên ewlehîyê li cihê bûyerê bicih bûne û lêkolînên têkildarî bûyerê destpê kirine.
Duh jî di encama teqînekê de 5 kesan canê xwe ji dest dan û 15 kes jî birîndar bûn.
Ew teqînana di halekî da ne ku komên têrorîst ên ser bi Enqerê li wê herêmê desthilatdar in.