Amerîkayê dîsan karwanekî leşkerî şand Kurdistana Sûrîyê
Artêşa Amerîkayê dîsan karwanekî leşkerî şand Kurdistana Sûrîyê.
Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Firatê, Artêşa Amerîkayê di dewama zêdekirina hêzên xwe û xurtkirina hêzên xwecî yên hevpeymanê xwe li herêmên niftzêm ên Sûrîyê de karwanekî leşkerî ya pêkhatî ji 20 barhilgiran şand Kurdistana Sûrîyê.
Ew 20 barhilgirên leşkerî yên Amerîkayê ji sînorê Sêmalka li bakura Iraqê ve derbasî bakura Sûrîyê bûne û di bin çavdêrî û piştgirîya bejayî û esmanî de giheştine binkeya leşkerî ya Amerîkayê li gundê Hêmo li rojhilata Qamişloyê.
Zêrevanîya Mafên Mirovan a Sûrîyê jî bicihbûna wî karwanê leşkerî yê amerîkî li gundê Hêmoyê piştrast kir.
Şayanî gotinê ye ku Amerîkayê leşkerên xwe li herêmên niftzêm ên Qamişlo, Rimêlan, Dêrezor, Reqqa, Tirbêsipî, Çîlaga, Dêrik û Hesekê bicih kirine û ji Cotmehê va mijûlê xurtkirina binkeyên xwe ye.