Rêvebirîya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûrîyê qedexeya çalakîyên ENKS rakir
Rêvebirîya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûrîyê qedexeya çalakîyên Encumena Niştîmanî ya Kurdên Sûrîyê (ENKS) rakir.
Lêjneya Karên Navxweyî ya Rêvebirîya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûrîyê di daxûyanîyekê de qedexeya çalakîyên sîyasî, civakî û mêdyayî yên ENKS rakir.
Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Hawarê, Lêjneya Karên Navxwe ya Rêvebirîya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûrîyê di daxûyanîyekê amajeyî dewama hewlên jibo hevkarîya digel ENKS`ê kir û ragihand: Bi merema hevkarîya Rêvebirîya Xwesr a Bakur û Rojhilata Sûrîyê û ENKS de pêngaveke baş hatîye rakirinê û di çaçrova wê de radigihîne ku hîç berbendek ser rêya çalakîyên sîyasî, vekirina nivîsgehan û çalakîyên civakî û mêdyayî jibo ENKS nemaye û bi vî karî em hewil didin ku astengîyên ser rêya yekrêzî û pêbawerîya dualî bên rakirinê.
Di dewama daxûyanîya Lêjneya Karên Navxwe ya Rêvebirîya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûrîyê de hatîye: Bilî wê, hemî dosîyên endamên ENKS li nav û derveyî Sûrîyê tên girêdanê û têkildarî vegera endamên wê bo nav welêt û lidarxistina çalakîyên sîyasî yên azad hemî astengî tên rakirinê.
Di vê çarçovê de bi armanca rastbêjîyê, komîteyeke hevpar hatîye pêkanînê û encamên lêkolînên wê komîteyê jî di rojên bê de yê di civîneke rojnamevanîyê ya hevpar bi pişkdarîya ENKS de bên ragihandinê.