Çeteyên Tirkiyê cezaya Zîndanîbûna Heta Hetayî li 9 sivîlên ji Efrînê birîn
Kanûn 18, 2019 13:04 Asia/Tehran
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker cezaya Zîndanîbûna Heta Hetayî li 9 sivîlên Efrînê birîn.
Li gor rapora ANHA Newsê, Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê kiryarên xwe yên dermirovî û li dijî sivîlan berdewam dikin. Li vê çarçovê de çeteyan duh cezayê Zîndanîbûna Heta Hetayî li 9 sivîlên Efrînê birîn ku beriya niha bi tawanên ne di cih de ew revandin.
Kesên ceza li wan hatiye birîn ji gundê Umer Oşaxê yê navçaya Mabatayê ne.
Li gor nûçeyeka din, Artêşa Tirk dest bi talankirina depoyên gênim ên Şerigrakê kir.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dest bi talankirina depoyên gênim ên Şergirakê ya girêdayî bi Eyn Îsayê kirin.