Du sivîlan li Helebê ji ber êrişa terorîstan can dan
Di encama êrişa komên terorîst a bi roketan de li parêzgeha Helebê du sivîlên din ên sûrî jiyana xwe ji dest da.
Li gor Ajansa Nûçeyan a SANA ya Sûriyê ragihand ku komên terorîst bi roketan gundê Minyan li derdora rojavayê Helebê kirin hedef ki di encamê de du sivîlan can dan û çend kes jî birîndar bûn û xisarên malî jî li mal û milkên gelêrî û xelkê ketin.
Sêşemiya borî jî terorîstan bi roketan êrişî ser bajarokê Wezîhî li derdora başûra Helebê kirin ku di encama wê de jî zarokek hat kuştin û dê û birayê wî jî birîndar bûn.
Terorîstên Bereya El-Nusre ku Tirkiye piştgiriya wê dike bi caran bajarê Helebê û gund û bajarokên derdora wê dikin hedefa êrişan ku di encama van êrişan heya niha gelek kes ji xelkê sivîl hatine kuştin û birîndar bûne.
Krîza Sûriyê ji sala 2011 bi êrişa berfire ya komên terorîst ku welatên rojavayî yên wekî Amerîka û Brîtanyayê û hevgirtiyên wan ên navçê yên wekî Tirkiye, Erebistan û Qeterê piştgiriya wan dikirin despê bû, lê belê aqubet piştî heşt salan Hikûmeta Sûriyê bi alikariya rawêjkarên leşkerî yên Îranê û hevkariya leşkerî ya Rûsyayê karî terorîstan têk bidin û axa Sûriyê ji bin destê wan derxin.