Biro: PYD û ENKSê li ser pirsên siyasî dijberiyên zav hene
Îbrahîm Biro, endamê Lijneya Pêwendiyên Derve ya ENKSê got: PYD û ENKSê li ser pirsên siyasî dijberiyên zav bi hev re hene
Biro herwiha got: Hewldana ji bo guhertina demografiya navçên dagîrbûyî bi destê Tirkiyê û hebûna Artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wê li navçê bûye gef û talukeyek cidî ji navçê re.
Wî herwiha got: ENKS li ser van gef û tehlukeyan bi serokê Partiya Damokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) Mesûd Barzanî û serokê Herma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin pêk aniye û bi wan re gotûbêj kiriye. Me fukarên ji mer çêbûyî ser van meselan bi wan re parve kir û wan jî ji mer got ku amade ne ji babeta dîplomatîk piştgiriya me bikin.
Biro got: Niha karê ku divê PYD bike, pêkanîna muzakireyeke mezin bi gişt netewê Sûriyê ye.Ji bo vê hedefê divê em gotûbêja xwe li bin çavdêriya navneteweyî bi dewleta Sûriyê re berdewam bikin.