Şam pêşniyara proja Îdara xwerêvebir dide Kurdên Sûriyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i311076-Şam_pêşniyara_proja_Îdara_xwerêvebir_dide_kurdên_sûriyê
Şam pêşniyara proja Îdara xwerêvebir dide kurdên Sûriyê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 09, 2019 12:57 Asia/Tehran
  • Şam pêşniyara proja Îdara xwerêvebir dide Kurdên Sûriyê

Şam pêşniyara proja Îdara xwerêvebir dide kurdên Sûriyê.

 Li gor rapora Şar Press`ê, ev proja wek berteka êrîşa bi navê "Kaniya Aşitiyê" ya Tirkiyê dijî kurdên bakurê Sûriyê di Cotmerha  derbasbûyî ye.

 Li gor raporekê, hikûmeta Sûriyê proja îdara xwecihî raberî hêzên Kurd kir ku li gor wê ew bi xwe dikarin rêveberiya navçên xwe bikin. 

 Rojnama Wetenê ji zarê Newaf Melhem, endamekî encumena  neteweyî ya Sûriyê ve belav kir ku  şandeka Şamê, proja  îdara xwecihî pêşkeşî kesayetî û  hêzên  berbiçav ên bakurê rojhilata  Sûriyê kiriye ku  li destûra sala 2012an a Sûriyê de amaje  bi wê hatiye kirin.

Melhem li vê barê raghandiye: Hêzên hanê ev projeya ne qebûl kirine û ne jî red kirine bêyî ku  meselê zêdetir zella bikin. 

Niha îdare xwerêvebiriyek li bakurê Sûriyê heye ku li gor dêfactoya otonomîkî ya têde, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li ser wê deverê serdest in ku zorbeya wan Kurd in.

Wî got ku  li gotûbêjên berê hêzên hanê behsa cudabûnê nekirine belkî gotine ku  ew sûrî ne û mafê welatîbûnê dixwezin  û dixwezin ku  li Sûriyê ji babeta maf û erkê va bi weatiyên sûrî re yeksan û wekhev bin.  Wan her wiha gotine ku  wan DAIŞ ji nav birine û rojhilata welêt ji hebûan terorîstan paqij kirine û li vê riyê de gelek şehîd jî dane.