Karwanekî hêzên ûris gihîşt Qamişloyê
Kanûn 06, 2019 13:39 Asia/Tehran
Karwanekî hêzên ûris gihîşt balafirgeha Qamişloyê.
Karwanekî berfire yê hêzên Polîs ên Fêdêral ên Ûrsêtê gihîşt balafirgeha Qamişloyê û biryar e ku li wir bicih bibin.
Kanala RT ya Ûrsêtê ragihand ku karwanekî berfire yê hêzên Polîs ên Fêdêral ên Ûrsêtê gihîşt balafirgeha Qamişloyê û HSD jî hevrêtîya wî kirin.
Ew karwanê hêzên ûris bi hevkarîya HSD ji bajarokê Eynîsayê ve çûye Qamişloyê.
Meha buhurî jî hejmarek hêzên ûris bi helekoptêran ji bargeha Hemîmîmê va çûn balafirgeha Qamişloyê.