HSD û Hikûmeta Sûrîyê têkildarî dabînkirina ewlehîya sînoran lihev kirin
Kanûn 06, 2019 12:14 Asia/Tehran
Hêzên Sûrîya Dêmokiratîk (HSD) û Hikûmeta Sûrîyê di encama muakireyan de liser dabînkirina hevpar a ewlehîya sînorên wî welatî lihev kirin.
Hêzên Sûrîya Dêmokiratîk (HSD) û Hikûmeta Sûrîyê têkildarî dabînkirina hevpar a ewlehîya sînorên wî welatî lihev kirin.
Ew lihevkirina dabînkirina hevpar a ewlehîya sînorên Sûrîyê ji hêla HSD û Artêşa Sûrîyê ve ji herêma Arîma li Heleb û Minbicê destpê dibe û heta Kobanî û Cizîrê digire ber xwe.
Artêşa Rûsîyê jî piştgirî da wê lihevkirina HSD û Hikûmeta Sûrîyê û hêzên xwe bi merema çavdêrîya ser cihanîna xalên wê lihevkirinê li herêmê bicih kirin.
Bidû belavbûna nûçeya lihevkirina HSD û Artêşa Sûrîyê jibo dabînkirina hevpar a ewlehîya sînoran, Cîgirê Serokomarê Sûrîyê Elî Memlûk çû Qamişloyê.