Feysel Miqdad: Sûrîyê çeka kîmyewî tineye
Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Sûrîyê got ku welatên rojavayî Artêşa Sûrîyê bi awayekî pûç û bê bingeh bi bikaranîna çekên kîmyewî tawanbar dikin û dîyar kir: Sênaryoya sexte ya bikaranîna çekên kîmyewî bi destê Şamê pişkeke komploya welatên rojavayî dijî Sûrîyê ye.
Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Sûrîyê Feysel Miqdad di hevpeyvîna digel Kanala Al Mayadeenê de pêgirî kir ku Sûrîyê çekên kîmyewî tinene û dîyar kir: Welatên rojavayî, Tirkîyê û welatên Ereb ji wan Erebistanê komên têrorîst ên li Sûrîyê bi çekên kîmyewî teyar kirine.
Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Sûrîyê bi gotina vê yekê ku Şamê belge destê xwe da hene ku nîşan didin welatên rojavayî, Tirkîyê û welatên Ereb çekên kîmyewî dane ber destê komên têrorîst ên li Sûrîyê, dîyar kir: Têrorîst çekên kîmyewî dijî Artêş û gelê Sûrîyê bi kar tînin.
Nûçeyn sexte yên bikaranîna çekên kîmyewî bi destê Şamê, hertim hecetek bûne jibo destwerdan û êrişên Amerîkayê û hevpeymanên wê ser axa Sûrîyê û bombebarankirina binesazîyên leşkerî û aborî yên vî welatî.
Amerîka, Fransa û Ingilîsê di 14`ê Nîsana sala 2018`an de tam hefteyekê piştî tawanbarkirna pûç a Arêtşa Sûrîyê bi bikaranîna çekên kîmyewî li Domayê, bi zêde ji 100 mûşekan êrişî deverên curbicur ên Sûrîyê kirin.