Gotûbêja desteya pileberz a Rûsiyê digel Bişar Esed li Şamê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i310875-gotûbêja_desteya_pileberz_a_rûsiyê_digel_bişar_esed_li_Şamê
Nûnerê taybet ê Serokomarê Rûsiyê di warê Sûriyê da û Alîkarê Wezîrê karên derve yê Rûsiyê di hevdîtina digel serokomarê Sûriyê, derbarê rewşa Helebê û amadekirina dora din a gotûbêjên Astaneyê axivîn
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 03, 2019 03:58 Asia/Tehran
  • Gotûbêja desteya pileberz a Rûsiyê digel Bişar Esed li Şamê

Nûnerê taybet ê Serokomarê Rûsiyê di warê Sûriyê da û Alîkarê Wezîrê karên derve yê Rûsiyê di hevdîtina digel serokomarê Sûriyê, derbarê rewşa Helebê û amadekirina dora din a gotûbêjên Astaneyê axivîn

Li gorî rapora SANA Newsê, Nûnerê taybet ê Serokomarê Rûsiyê di warê Sûriyê da û Alîkarê Wezîrê karên derve yê Rûsiyê, Elêksandêr Larêntiyv û Sêrgêyî Vêrşînîn û desteya bi wan ra di hevdîtian digel Bişar Esedê serokomarê Sûriyê li Şamê derbarê rewşa Sûriyê nemaze li Idlibê û êrîşên têrorîstî ji Idlibê li ser navçeyên derdorê gotûbêj kirin.

Li gorî vê yekê, Du alî derbarê guhertinên bakurê rojhilata Sûriyê û amadekariyên dora din a gotûbêjan jibo çareserkirina rewşa Sûriyê ku biryar e li Nûrsiltana paytexta Qezaqistanê were lidarxistin, axivîn.

Her wiah di vê hevdîtinê da li ser helwêsta hevpar a Rûsî-Sûriyê derbarê dewama têkoşîna dijî têrorîsmê nemaze li herêma Idlibê pêgirî hat kirin.