Şam: Helwêstên Emerîkayê li bara qanûna bingehîn a Sûriyê bê erziş in
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i310834-Şam_helwêstên_emerîkayê_li_bara_qanûna_bingehîn_a_sûriyê_bê_erziş_in
Wezareta derve ya Sûriyê li daxûyaniyekê bal kişand ser vê yekê ku gotûbêjên li bara komîta qanûna bingehîn, sûrî-sûrî ye, helwestên Emerîkayê têkildarî vê komîtê bê erziş nirxandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 01, 2019 13:54 Asia/Tehran
  •  Şam: Helwêstên Emerîkayê li bara qanûna bingehîn a  Sûriyê bê erziş in

Wezareta derve ya Sûriyê li daxûyaniyekê bal kişand ser vê yekê ku gotûbêjên li bara komîta qanûna bingehîn, sûrî-sûrî ye, helwestên Emerîkayê têkildarî vê komîtê bê erziş nirxandin.

Wezareta derve ya Emerîkayê roja yekşemiyê li daxûyaniyekê dewleta Şamê tawanbarî pêkanîna pirsgirêkê li pêvajoya karê komîta amadekirina qanûna bingehîn a Sûriyê kir.

 Li gorî rapora SANA News`ê, Wezareta Derve ya Sûriyê, îro yekşemiyê wek berteka li hember helwsetên Waşengtonê destnîşan kir: Bîr û ra û daxûyaniyên Emerîka û welatên din bê erziş in û dê bandorê ser karê komîta qanûna bingehîn û mahiyeta  gotûbêjên komîtê û şikl û naveroka karê komîta qanûna bingehîn neke.

 Wezareta derve ya Sûriyê bal kişand  ser vê yekê ku  helwestên Waşengtonê li bara pêvajoya xebata komîta amadekirina  qanûna bingehîn a Sûriyê tê wateya mudaxila li karûbarên welatan û got: Gotûbêjên Jinêvê, gotûbêjên sûrî-sûrî ne û tu kesê mafê mudaxila têde tine.

 Komîta qanûna bingehîn a Sûriyê, 150 endaman digre ber xwe ku 50 kes ji wan, nunerê dewleta Sûriyê, 50 kes nunerên neyaran û 50 kes jî nûnerê civaka sivîl in.

 Yekim civîna komîta amadekirina qanûna bingehîn   a Sûriyê, 30 Cotmehê li Jinêvê hat lidarxistin.