Encamên 53 rojan êrişa Tirkiyê ser Sûriyê eşkere bûn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i310826-encamên_53_rojan_êrişa_tirkiyê_ser_sûriyê_eşkere_bûn
Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê êriş û fealiyetên xwe yên keşfê li seranserê herêma eniyê didomînin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 01, 2019 12:35 Asia/Tehran
  • Encamên  53 rojan êrişa Tirkiyê ser Sûriyê eşkere bûn

Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê êriş û fealiyetên xwe yên keşfê li seranserê herêma eniyê didomînin.

Artêşa Tirkiyê li derdora Til Temirê êrîşên xwe yên bi çekên giran didomînin. Çeteyan li gundê Derdara êrîş birin ser çeperên Meclisa Leşkerî ya Suryanî û herêmên sivîl.

Artêşa  Tirkiyê gundewarên Eyn Îsa û Qiz Alî bi awayekî dijwar topbaran kirin û gelek herêmên sîvîl hatin hedefgirtin. Gundên Ebû Sira, Korikê, Um Elberamî, Mesûdiye bi tank û topan hatin topbarankirin. Her wiha artêşa Tirkiyê  bi çekên giran êrîş bir ser gundê Genterî û rêya M4 a navdewletî.

Di encama êrîşên artêşa Tirkiyê  bi çekên giran de kesek hat kuştin.

Hejmara koçberên li Kampa Waşokanî zêde dibe û rêxistin nabin alîkar .Hejmarek ji koçberên din gihîştin Kampa Waşokanî û bi vê yekê hejmara malbatên li kampê gihaşt 532’yan. Rêxistinên mirovî yên navneteweyî jî heta niha nebûne alîkar û destek ji koçberan re pêşkêş nekirine.

Ji ber êrişên artêşa Tirkiyê  li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetirî 300 hezar kes ji herêmên nêzî sînor koçber bûn û çûn herêmên ku QSD parastina wan dike. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî sivîlan komkujî pêk anîn û li herêmê çekên qedexekirî bi kar anîn.

Raporên rêxistinên mirovî diyar kir ku 478 sivîl hatine qetilkirin û hezar û 70 kesên din jî birîndar bûne. Niha jî nêzî hezar koçber li dibistanên ku li bajarê Hesekê ji wan re hatine veqetandin û li Kampa Waşokanî ya ku 12 km dikeve rojavayê bajarê Hesekê, bi cih bûne. Rêveberiya Xweser berî niha Kampa Waşokanî ji bo koçberên ji Serêkaniyê vekir.

Di vê çarçoveyê de 58 malbat û 365 kesên din ên ji herêmên Serêkaniyê û Zirganê gihîştin kampê, bi vê yekê re hejmara koçberên li kampê bi cih bûne, gihêşt 532 malbatî anku 2 hezar û 560 kesî.

Heyva Sor a Kurd li gorî derfetên xwe derman dan koçberên nû hatine kampê.

Di çarçoveya parçekirina Sûriyê û qutkirina herêmên ku Tirkiyê dagir kirine ji herêmên Sûriyê yên din de, dewleta Tirk hewl dide bi tevahiya rêbazan herêmên dagir kirine, ji Sûriyê qut bike, sînaryoya Lîwa Skenderon dubare bike, imperatoriya osmanî û hevpeymana Milî vejîne.