Artêşa Sûriyê jibo operasiyona leşkerî ya berfireh li başûrê Idlibê bi cih bû
Artêşa Sûriyê çek û alavên pêşketî bi armanca kemilandina operasiyopna xwe ya leşkerî û jinavbirina komên terorîst li navçeya Vala ji Çekan şandine başûr û başûrê rojhilata Idlibê. Reng e operasiyon berfireh bibe û bereyên nû jî li derdora Idlibê bên vekirin.
Li gorî rapora ISNAyê ji zarê Sputnika ser bi Rûsiyê, Çavkaniyeke meydanî ragihand ku artêşa Sûriyê çek û amûrine pirtir şandine cem yekîneyên xwe li bereyên başûrî û başûrê rojhilata Idlibê. Vê çavkaniyê ragihand ku ev amûr û alav pêkhatî ji erebeyên şêrr û çekên pêşketî ye ku di demên guncaw da dê bên bikaranîn.
Wî destnîşan kir ku ev alîkarî di rojên dawî da jibo kemilandina operasiyona leşkerî ya artêşa Sûriyê gihîştine bereya başûrê rojhilatê Idlibê û yekîneyên artêşa Sûriyê di amadetiya tam jibo sekinîna li hemberî her kiryareka muhtemel li derdora Idlibê di rojên tê da ye.
Vê çavkaniyê bi gotina vêya ku îhtimala berfirehbûna operasiyona leşkerî di her kêliyekê da li hemberî gurrbûna berdewam a kêşeyan ji aliyê komên çekdar va li başûrê Idlibê heye, ragihand ku hebûna komên çekdar li navçeya Vala ji çekan nikare were pejirandin û artêşa Sûriyê ciddî ye ku tevahiya parêzgeha Idlibê ji hebûna têrorîstan paqij bike.