Serdestiya artêşa Sûriyê li ser bajarokeka din a stratejîk li derdora Idlibê
Tesrîn 26, 2019 12:28 Asia/Tehran
Artêşa Sûriyê di dewama pêşdeçûnên xwe li derdora başûrê Idlibê, bajaroka girîng û stratejîk a El Seyrê kontrol kir.
Li gorî rapora Mehr Newsê, Kontrola artêşa Sûriyê li ser bajaroka Seyrê piştî wê yekê pêk hat ku hêzên artêşê roja Duşemiyê karîn bajarokên Um Xelaxîl û Zerzurê li başûrê rojhilata Idlibê ji bin dagîrkeriya têrorîstan azad bikin.
Artêşa Sûriyê qonaxa duyem a operasiyona xwe li başûrê rojhilata parêzgeha Idlibê ji roja 16ê Mijdarê va bi êrîşên esmanî û topxaneyî yên berfireh dest pê kir û heta niha destkeftine nû di şerê dijî têrorîstan li vê navçeyê bi dest xistine.
Bişar Esedê serokomarê Sûriyê pêştir ragihandibû ku bereya Idlibê bereya herî sereke û dawîn bereya şerê jibo bidawîanîna têrorîstan li vî welatî ye.