Enwer Yehya: Binpêkirinên dagirkeriyê yên li herêmên dagirkirî bi hedefa guhartina demografiyê ne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i310644-enwer_yehya_binpêkirinên_dagirkeriyê_yên_li_herêmên_dagirkirî_bi_hedefa_guhartina_demografiyê_ne
Şêwirmendê Rêveberiya Xweser Enwer Yehya piştrast kir ku binpêkirin û astengkirinên ku çeteyên dewleta Tirkiyê li herêmên ku dagir kirine wekî Serêkaniyê û Girê Spî, bi armanca neçarkirina şêniyên resen bo koçberkirinê ye daku guhartina demografiyê pêk bînin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 26, 2019 08:18 Asia/Tehran
  • Enwer Yehya: Binpêkirinên dagirkeriyê yên li herêmên dagirkirî bi hedefa guhartina demografiyê ne

Şêwirmendê Rêveberiya Xweser Enwer Yehya piştrast kir ku binpêkirin û astengkirinên ku çeteyên dewleta Tirkiyê li herêmên ku dagir kirine wekî Serêkaniyê û Girê Spî, bi armanca neçarkirina şêniyên resen bo koçberkirinê ye daku guhartina demografiyê pêk bînin.

Şêwirmendê Rêveberiya Xweser Enwer Yehya di hevpeyvînekê de der barê armancên çeteyên dewleta Tirkiyê û artêşa vî welatî ji tevliheviya ewlehiya herêmên ku piştî êrişên 9’ê Cotmehê dagirk kirine de, got: "Li herêmên ku dewleta Tirkiyê dagir kirine, teqîn û rûdanên ewlehiyê yên din, tevî topbarana bêserûber li ser bajar û gundan bi hedefa xistina tirsê di nava şêniyan de û neçarkirina koçberiyê ku serwerî hêsan bibe, pêk tên."

Enwer Yehya herwiha got: "Piştî ku çeteyan herêmên Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin dest bi dizîn, revandin, xwestina fîdyeyan da ku serbest berdin, kirin. Lê piştî dîtin ku şênî bi xaka xwe ve girêdayî ne, dest bi teqînan kirin ku şêniyan bitirsînin û neçarî koçberiyê bikin."

 Enwer Yehya anî ziman ku hedefa van binpêkirin û kiryarên ku çete pêk tînin, zêdekirina koçberkirina şêniyan e da ku malbatên xwe bixin şûna wan û ajandeyên Erdogan li herêmê pêk bînin ku guhartina demografiya navçê  ye.

Yehya got: Dewleta Tirkiyê û terorîstên pê re malbatên DAIŞê ku ji kampa Eyn Îsayê revîne, li malên şêniyên Girê Spî bi cih kirine.

Şêwirmendê Rêveberiya Xweser di dawiyê de bang li civaka navdewletî kir ku fişarê li dewleta Tirkiyê bikin ku binpêkirinên çeteyên xwe bi mafên şêniyên herêmên ku piştî êrişên hovane yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kirine, rawestîne.