Nûnerê Pûtîn: Komîteya Destûra Bingehîn a Sûriyê wê karê xwe bidomîne
Alîkarê wezîrê karên derve yê Rûsyayê ragihand: Tevî astengîçêkirinan, Komîteya Destûra Bingehîn a Sûriyê wê karê xwe ji bo çareseriya krîza Sûriyê berdewam bike.
Li gor IRNAyê, Mîxaîl Bogdanov duh li bersiva pirsa ajansa nûçeyan a Tasê ya dewleta Rûsyayê, piştgiriya dewleta vî welatî ji berdewamiya xebata Komîteya Destûra Bingehîn a Sûriyê ragihand û got: Hewldana hin kesan ji bo bê encamkirina karê Komîteya Destûra Bingehîn a Sûriyê nagihêje encamê.
Civîna yekenm a Komîteya Destûra Bingehîn a Sûriyê çarşema hefta tê li Ceneva Swîsrayê wê lidar keve.
Fikra pêkanîna Komîteya Destûra Bingehîn a Sûriyê ji bo cara yekem ji aliyê Kongra Gotûbêja Neteweyî ya Sûriyê kete rojevê.
Kongra Gotûbêja Neteweyî ya Sûriyê rojên 29 û 30 Çileya 2018 li bajarê Soçiya Rûsyayê li dar ket.